Li Iraqê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ji sedî 82’yê zêdetir e

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê, rêjeya tevlîbûna dengdana taybet a ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê ji sedî 82.42’ye.

Duh ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê dengdana taybet pêk hat, sibe jî dengdana giştî pêk tê. Serokê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, Emer Ehmed Mihemed bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku di dengdana taybet ya duh de, zêdetirî 1.1 milyon kesî dengên xwe dane.

Ehmed got ku rêjeya herî zêde ya tevlîbûnê li Silêmaniyê pêk hatiye. Li gorî komîsyonê rêjeya tevlîbûnê ya li Silêmaniyê ji 98.16 bû. Herwiha rêjeya herî kêm jî li Bexdayê ku ji sedî 74.3 bû.

Li gorî komîsyonê rêjeya tevlîbûna dengdana taybet ya li Herêma Kurdistan û Iraqê wiha ye:

Hewlêr %97.79, Silêmanî %98.16, Duhok %91.66, Kerkûk %84.15, Mûsil %87.20, Diyala %87.21, Selahedîn %75.64, Bexda %74.30, Enbar %75.29, Babîlon %67.82, Kerbela %87.04, Wasit %75.42, Necef %72, Qadisiye %81.24, Musena %76.05, Zîqar %82.51, Mîsan %75.64  û Besre %75.22.